1. navê strana coldplay e. |
|
01.05.2014 11:04 |
yoda
|
2. Filmek xweş bû. dema min nêrî filmê yewnanan e min xwest guhdarî bikim. Ji ber ku filmên ne ji holywoodê bin, ji mirov re cûda tê û mirov zêdetir diecibîne gelek caran. |
|
25.09.2015 20:25 |
brusk56
|
3. Filma 2012an li yewnanîstanê hatî kişandin, ji aliyê christoforos papakaliatis ve hatî nivîsîn û disa bi heman kesî ve serlehengî hatî kirin. Puana wê ya imdbê 7/10 e. Bawerim ji bo vî filmî hindik e. Senaryo baş hatiye honandin û rê dide mirov ku li ser bifikire. Tişta herî giring ew e ku behsa hêza guherîna tiştên biçuk a li jiyana mirovî de dike; serlehengê me li mala xwe runiştiye û kuçikê wî yê pir jê hez dike dixwaze derkeve û li derve bimîze. Li vir du vebijêrk derdikevin pêşiya me; yek jê serlehengê me kuçikê xwe dibe û qezayek trafîqê pêk tê kuçikê wî birîndar dibe û ya dinde kuçikê xwe li baxçeya xwe kilît dike ku li wir bimîze û vê carê jî dix dikevin malê, li wî dixin û wî birîndar dikin. Ji vit pê ve film li ser herdu ixtîmalan pê ve diçe û mirov dibîne ka kîjan ixtîmal buya wê çawa buya. Bi senaryoya baş honandî valahî di navbera buyerande namîne. Bi du ixtîmalên ne ji jiyanê dur û pir caran li hev rast tên, tê dîtin ku jiyan çiqas li ser ixtîmalan ava buye û giringiya biryarên mirovî çiqasî bandoreke jêveneger li jiyanê dike. Werhasil kêfa min pir jê re hatê û puana min 89/100 e. Here lînkê |
|
26.09.2015 08:32 ~08:36 |
azadixwaz
|
bayê xerbî [4] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |